Kovîd-19: Li Cîhanê rewşa dawî

Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li welêt 5 milyon û 199 hezar û 444 kes bi Kovîd-19ê ketin û ji ber şewbê 165 hezar û 617 kes jî mirin. 

Kovîd-19: Li Cîhanê rewşa dawî

 Li ser asta dinyayê hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ji 20 milyon û 40 hezarî derbas bû.

Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser asta dinyayê 734 hezar û 239 kes ji ber vîrusê mirin.

Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li welêt 5 milyon û 199 hezar û 444 kes bi Kovîd-19ê ketin û ji ber şewbê 165 hezar û 617 kes jî mirin. 

Welatên ku hejmara pêketiyan ji 100 hezarî zêdetir e 

Piştî Amerîkayê welatên ku hejmara pêketiyan ji 100 hezarî zêdetir e wiha hatin rêzkirin:

"Brezilya (3 milyon û 35 hezar û 582), Hindistan (2 milyon û 217 hezar û 645), Rusya (892 hezar û 654), Afrîkaya Başûr (559 hezar û 859), Meksika (480 hezar û 278), Peru (478 hezar û 24), Kolombiya (387 hezar û 481), Şili (373 hezar û 56), Îspanya (361 hezar û 442), Îran (326 hezar û 712), Îngiltere (310 hezar û 825), Erebistana Siûdî (288 hezar û 690), Pakistan (284 hezar û 660), Bangladeş (260 hezar û 507), Îtalya (250 hezar û 566), Arjantin (246 hezar û 499), Tirkiye (240 hezar û 804), Almanya (217 hezar û 281), Fransa (197 hezar û 921), Iraq (150 hezar û 115), Fîlîpîn (129 hezar û 913), Endonezya (127 hezar û 83), Kanada (119 hezar û 451) û Qeter (112 hezar û 947).”


Ji xeynî Amerîkayê, welatên ku hejmara miriyan ji 5 hezarî derbas bû ev in:


"Brezilya (101 hezar û 136), Meksika (52 hezar û 298), Îngiltere (46 hezar û 574), Hindistan (44 hezar û 499), Îtalya (35 hezar û 205), Fransa (30 hezar û 324), Îspanya (28 hezar û 503), Peru (21 hezar û 72), Îran (18 hezar û 427), Rusya (15 hezar û 1), Kolombiya (12 hezar û 842), Afrîkaya Başûr (10 hezar û 408), Şili (10 hezar û 77), Belçika (9 hezar û 872), Almanya (9 hezar û 261), Kanada (8 hezar û 981), Hollanda (6 hezar û 157), Pakistan (6 hezar û 97), Ekvador (5 hezar û 922), Tirkiye (5 hezar û 844), Swêd (5 hezar û 763), Endonezya (5 hezar û 765), Iraq (5 hezar û 392) û Misir (5 hezar û 9).”AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE