Kovîd-19: Li dinyayê bi daneyên rojane rewşa dawî

Li dinyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 123 milyonî derbas bû

Kovîd-19: Li dinyayê bi daneyên rojane rewşa dawî

 Li tevahiya dinyayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 123 milyonî derbas bû.

Li gor "Worldometers"a malpera daneyên Kovîd-19ê berhev dike, hejmara kesên bi vîrusê ketin derket 123 milyon û 2 hezar û 916an.

Li Amerîkayê 30 milyon û 425 hezar û 787 pêketî hatin tesbîtkirin û di nav welatan da Amerîka di rêza ewil da ye.

Li tevahiya dinyayê ji ber vîrusê heta niha 2 milyon û 715 hezar û 361 kes mirin. 99 milyon û 131 hezar û 550 kes jî ji vîrusê filitîn û gihîştin siheta xwe.

Li rûyê dinyayê hê jî 21 milyon û 66 hezar û 464 nexweşên bi Kovîd-19ê ketine tên tedawîkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE