Kovîd-19: Li dinyayê hejmara kesên baş bûn ji 40 milyonî derbas bû

Li tevahiya dinyayê jimara kesên ku ji Kovîd-19ê baş bûn ji 40 milyonî derbas bû

Kovîd-19: Li dinyayê hejmara kesên baş bûn ji 40 milyonî derbas bû

 Li tevahiya dinyayê jimara kesên ku ji vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) xilas bûn û baş bûn ji 40 milyonî derbas bû.

Li gor daneyên di malpera "Worldometers"a ku daneyên rojane yên Kovîd-19ê berhev dike li dinyayê 40 milyon û 9 hezar û 157 pêketiyên vîrusê baş bûn. Li dinyayê 3 welatên ewil ên ku lê herî zêde waqie tên dîrin di heman demê da bûn welatê ku lê herî zêde nexweş baş bûn.

Li Hindistanê 8 milyon û 472 hezar û 677, li Amerîkayê 7 milyon û 280 hezar û 921 û li Brezîlyayê jî 407 hezar û 498 kes ji vîrusê xilas bûn û baş bûn.

Jimara başbûyiyan li Rûsyayê derket milyonek û 551 hezar û 414an, li Arjantînê milyonek û 167 hezar û 514an û li Kolombiyayê jî derket milyonek û 132 hezar û 293yan.

Li Tirkiyeyê ji 9ê sermawezê va 367 hezar û 592 pêketiyên Kovîd-19ê baş bûn.

Vîrusa Kovîd-19ê ya ku di kanûna pêşîn a 2019an da li Vuhana bajarê Çînê derket holê belavî ji 200î zêdetir welat û herêmê bû û guherî şewbê. Jimara waqieyan ji 57 milyonî derbas bû û ji ber vîrusê milyonek û 373 hezar kes mirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE