Kovîd-19: Li dinyayê hejmara pêketiyan ji 19 milyonî derbas bû

Ji ber vîrusê 717 hezar û 787 kes mirin

Kovîd-19: Li dinyayê hejmara pêketiyan ji 19 milyonî derbas bû

Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ketin ji 19 milyon û 266 hezarî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li dinyayê heta niha 717 hezar û 787 kes ji ber vîrûsê mirin.

Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusê ketin derkete 19 milyon û 266 hezar û 75an, hetanî nika 12 milyon û 364 hezar û 324 kes gihîştin siheta xwe. Li dinyayê hê dermankirina 6 milyon û 183 hezar û 964 kesan dewam dike.

Li Amerîkaya herî zêde nexweş û mirî lê hatin dîtin jî hejmara pêketiyan derkete 5 milyon û 32 hezar û 179 kesan, ji ber vîrusê 162 hezar û 804 kes mirin.

- Welatên hejmara waqieyan ji 100 hezarî zêdetir e

Xêncî Amerîkayê welatên herî zêde lê nexweş hene û hejmara pêketiyan ji 100 hezarî zêdetir e wiha ye:

"Brezîlya (2 milyon û 927 hezar û 569), Hindistan (2 milyon û 30 hezar û 1), Rûsya (871 hezar û 894), Afrîkaya Başûr (538 hezar û 184), Meksîka (462 hezar û 690), Peru (455 hezar û 409), Şilî (366 hezar û 671), Kolombiya (357 hezar û 710), Îspanya (354 hezar û 530), Îran (320 hezar û 117), Îngiltere (308 hezar û 134), Erebistana Siûdî (284 hezar û 226), Pakistan (282 hezar û 645), Bangladeş (249 hezar û 651), Îtalya (249 hezar û 204), Tirkiye (237 hezar û 265), Arjantîn (228 hezar û 195), Almanya (215 hezar û 210), Fransa (195 hezar û 633), Iraq (140 hezar û 603), Filîpîn (119 hezar û 460), Endonezya (118 hezar û 753), Kanada (118 hezar û 561) û Qeter (112 hezar û 92)."

Xêncî Amerîkayê welatên hejmara miriyên wan ji 5 hezarî zêdetir in wiha ye:

"Brezîlya (98 hezar û 644), Meksîka (50 hezar û 517), Îngiltere (46 hezar û 413), Hindistan (41 hezar û 673), Îtalya (35 hezar û 187), Fransa (30 hezar û 312), Îspanya (28 hezar û 500), Peru (20 hezar û 424), Îran (17 hezar û 976), Rûsya (14 hezar û 606), Kolombiya (11 hezar û 939), Şîlî (9 hezar û 889), Belçika (9 hezar û 861), Afrîkaya Başûr (9 hezar û 604), Almanya (9 hezar û 252), Kanada (8 hezar û 966), Hollanda (6 hezar û 153), Pakistan (6 hezar û 52), Ekvador (5 hezar û 877), Tirkiye (5 hezar û 798), Swêd (5 hezar û 766), Endonezya (5 hezar û 521) û Iraq (5 hezar û 161)."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE