Kovîd-19: Li dinyayê hejmara pêketiyan ji 98 milyonî derbas bû

Li Amerîkayê 25 milyon û 196 hezar û 86 waqie hatin tesbîtkirin û 420 hezar û 285 kes mirin.

Kovîd-19: Li dinyayê hejmara pêketiyan ji 98 milyonî derbas bû

 Li tevahiya dinyayê hejmara waqieyên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ji 98 milyonî derbas bû.

Li gor "Worldometers"a malpera daneyên Kovîd-19ê berhev dike hejmara kesên hat tesbîtkirin bi vîrusê ketin derkete 98 milyon û 89 hezar û 877an. 

Ji ber vîrusê hetanî niha 2 milyon û 100 hezar û 404 kes mirin.

Li Amerîkayê 25 milyon û 196 hezar û 86 waqie hatin tesbîtkirin û 420 hezar û 285 kes mirin.

Xêncî Amerîkayê hejmara pêketiyan a welatan jî wiha hat nivîsandin:

10 milyon û 626 hezar û 200 kes li Hindistanê, 8 milyon û 699 hezar û 814 kes li Brezilyayê, 3 milyon û 655 hezar û 839 kes li Rusyayê, 3 milyon û 543 hezar û 646 kes li Îngiltereyê, 2 milyon û 987 hezar û 965 kes li Fransayê, 2 milyon û 560 hezar û 587 kes li Îspanyayê, 2 milyon û 428 hezar û 221 kes li Îtalyayê, 2 milyon û 412 hezar û 505 kes li Tirkiyeyê, 2 milyon û 108 hezar û 895 kes li Almanyayê, milyonek û 972 hezar û 345 kes li Kolombiyayê, milyonek û843 hezar û 77 kes li Arjantînê, milyonek û 711 hezar û 283 kes li Meksîkayê, milyonek û 457 hezar û 755 kes li Polonyayê, milyonek û 380 hezar û 807 kes li Afrîkaya Başûr, milyonek û 354 hezar û 520 kes li Îranê, milyonek û 177 hezar û 621 kes li Ukraynayê û milyonek û 82 hezar û 907 kes li Peruyê.

Hejmara kesên ji ber vîrusê mirin jî li gor welatan wiha ye:

214 hezar û 228 kes li Brezîlyayê, 153 hezar û 67 kes li Hindistanê, 146 hezar û 174 kes li Meksîkayê, 94 hezar û 580 kes li Îngiltereyê, 84 hezar û 202 kes li Îtalyayê, 71 hezar û 998 kes li Fransayê, 67 hezar û 837 kes li Rûsyayê, 57 hezar û 157 kes li Îranê, 55 hezar û 41 kes li Îspanyayê, 51 hezar û 151 kes li Almanyayê, 50 hezar û 187 kes li Kolombiyayê, 46 hezar û 355 kes li Arjantînê, 39 hezar û 501 kes li Afrîkaya Başûr, 39 hezar û 274 kes li Peruyê, 34 hezar û 561 kes li Polonyayê, 27 hezar û 203 kes li Endonezyayê, 24 hezar û 640 kes li Tirkiyeyê, 21 hezar û 499 kes li Ukraynayê, 20 hezar û 572 kes li Belçikayê mirin.

Li dinyayê 70 milyon û 467 hezar û 972 kes jî ji vîrusê xilas bûn û gihîştin siheta xwe. Dermankirina 25 milyon û 521 hezar û 501 kesî hê dewam dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE