Kovîd-19: Li dinyayê Ji ber vîrusê 913 hezar û 931 kes mir

Li tevahiya dinyayê jimara kesên pê ra Kovîd-19 hat tesbîtkirin ji 28 milyon û 329 hezarî borî

Kovîd-19: Li dinyayê Ji ber vîrusê 913 hezar û 931 kes mir

Li tevahiya dinyayê jimara waqieyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya ku li bajarê Vuhana li ser Hubeya eyaleta Çînê derket holê û belavî dinyayê bû ji 28 milyon û 329 hezarî derbas bû.

Li gor malpera "Worldometer" a ku daneyên rojane yên der barê waqieyên nû yên li welat û herêmên lê Kovîd-19 tê dîtin berhev dike li tevahiya dinyayê ji ber vîrusê 913 hezar û 931 kes ji ber vîrusê mirin.

Jimara waqieyan li tevahiya dinyayê derket 28 milyon û 329 hezar û 707an, 20 milyon û 345 hezar û 796 pêketiyên vîrusê baş bûn.

Li tevahiya dinyayê hê jî 7 milyon û 69 hezar û 980 waqieyên aktîf hene.

Li Amerîkaya ku herî zêde waqie û mirin lê çêbûn bi 6 milyon û 588 hezar û 181 kesan ra vîrus hat tesbîtkirin, ji ber şewbê 196 hezar û 331 kes mirin.

Ji xeynî Amerîkayê welatên ku jimara waqieyên wan ji 250 hezarî derbas bûn wiha ne:

"Hindistan (4 milyon û 562 hezar û 414), Brezîlya (4 milyon û 238 hezar û 763), Rûsya (Milyonek û 46 hezar û 370), Peru (710 hezar û 67), Kolombiya (694 hezar û 664), Meksîka (652 hezar û 364), Afrîkaya Başûr (644 hezar û 438), Îspanya (544 hezar û 143), Arjantin (524 hezar û 198), Şilî (428 hezar û 669), Îran (395 hezar û 488), Îngiltere (358 hezar û 138), Fransa (353 hezar û 944), Bangladeş (332 hezar û 970), Erebistana Siûdî (323 hezar û 720), Pakistan (300 hezar û 371), Tirkiye (286 hezar û 455), Îtalya (283 hezar û 180), Iraq (278 hezar û 418) û Almanya (258 hezar û 107)."

Ji xeynî Amerîkayê welatên ku jimara miriyên wan ji 10 hezarî borî ne wiha hatin rêzkirin:

"Brezilya (129 hezar û 575), Hindistan (76 hezar û 304), Meksîka (69 hezar û 649), Îngiltere (41 hezar û 608), Îtalya (35 hezar û 587), Fransa (30 hezar û 813), Peru (30 hezar û 344), Îspanya (29 hezar û 669), Îran (22 hezar û 798), Kolombiya (22 hezar û 275), Rûsya (18 hezar û 263), Afrîkaya Başûr (15 hezar û 265), Şilî (11 hezar û 781), Arjantin (10 hezar û 907) û Ekvador (10 hezar û 749)."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE