Kovîd-19: Li DYAyê hejmara miriyan ji 538 hezarî derbas kir

Li gorî daneyên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li DYAyê hejmara pêketiyan di 24 saetên dawîn de 58 hezar û 600 zêde bû û gihişt 29 milyon û 608 hezar û 410an.

Kovîd-19: Li DYAyê hejmara miriyan ji 538 hezarî derbas kir

Li DYAyê hejmara mirinên ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn de 1171 zêde bû û gihişt 538 hezar û 96.

Li gorî daneyên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li DYAyê hejmara pêketiyan di 24 saetên dawîn de 58 hezar û 600 zêde bû û gihişt 29 milyon û 608 hezar û 410an.

Li wî welatî hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn de 1171 zêde bû û gihişt 538 hezar û 96.

California bi zêdetir ji 3 milyon û 631 hezar û 320 pêketiyan di rêza serî de ye.

Bi dû Californiayê de bi zêdetir ji 2 milyon 742 hezar pêketiyan Teksas û bi zêdetir ji milyonek û 989 hezar pêketiyan Florîda tê.

Di warê hejmara mirinan de jî eyaleta California bi 56 hezar û 987 miriyan di rêza serî de cih digire.

Bi dû DYAyê de bi zêdetir ji 11 milyon û 693 hezar pêketiyan Brezîlya û bi nêzîka 11 milyon û 474 hezar pêketiyan Hîndistan tê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE