Li DYAyê hejmara mirinên ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn de 619 zêde bû û gihişt 555 hezar û 621.
Li gorî daneyên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li DYAyê hejmara pêketiyan di 24 saetên dawîn de 79 hezar û 930 zêde bû û gihişt 30 milyon û 786 hezar û 606an.
Li wî welatî hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn de 619 zêde bû û gihişt 555 hezar û 621.
California bi zêdetir ji 3 milyon û 682 hezar pêketî û 59 hezar û 799 mirinan di rêza serî de ye.
Bi dû Californiayê de bi nêzîka 2 milyon 806 hezar pêketiyan Teksas û bi zêdetir ji 2 milyon û 85 hezar pêketiyan Florîda tê.
Hejmara doza duyem a vaksînkirina 62 milyon derbas kir
Li gorî daneyên Navenda Kontrol û Rêgirya Nexweşiyê (CDC) ku li DYAyê îstatîstîkên vaksînkirina dişopîne, li seranserê welêt zêdetir ji 107 milyon kesî doza yekem a vaksînê û zêdetir ji 62 milyon kesî jî doza duyem a vaksînê li xwe dan.
Bi dû DYAyê de bi zêdetir ji 13 milyon û 13 hezar pêketiyan Brezîlya û bi zêdetir ji 12 milyon û 686 hezar pêketiyan Hîndistan tê.
Di warê mirinên ji ber Kovîd-19ê de jî bi dû DYAyê de bi zêdetir ji 332 hezar mirinan Brezîlya û bi zêdetir 204 hezar mirinan Meksîka tê.
AA