Kovîd-19: Li Hindistanê rewşa dawî

Li Hindistanê di şewba Kovîd-19ê da jimara nexweşan kêm bû û barê pergala tenduristiyê hinekî sivik bû

Kovîd-19: Li Hindistanê rewşa dawî

Li Hindistana ku herî zêde di binê tesîra vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da maye, jimara nexweşên ku tedawiya wan dewam dike, kêm dibe.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di 24 saetên dawîn da 41 hezar û 506 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, 895 kes mirin, 41 hezar û 526 nexweş rehet bûn.

Jimara nexweşên ku tedawiya wan didome, weke 454 hezar û 118 hat tomarkirin.

Jimara nexweşên ku rehet dibin 58 roj in ji jimara pêketiyên nû zêdetir in û ev jî barê pergala tenduristiyê hinekî sivik dike.

Bi tevahî 29 milyon û 975 hezar û 64 kes rehet bûn, rêjeya rehetbûnê weke ji sedî 97,2 hat tomarkirin.

Li Hindistanê hejmara pêketiyan bi tevahî bû 30 milyon û 837 hezar û 222 û ya miriyan jî bû 408 hezar û 40.

Li Hindistana serjimara wê dora 1,4 milyarî ye ji 16ê rêbendanê ya kampanyaya derzîlêdanê dan destpêkirin vir da 376 milyon û 32 hezar û 586 doz derzî hatin kirin. Lê ev aşîkirin hê di asta sekinandina nexweşiyê da nîne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE