Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ragihand ku dê di 1ê tebaxê da balafirgehên xwe yên ku ev 5 meh e ji ber vîrusa koronayê ya nû girtî ne ji nû va veke.
Wezîrê Karên Navxweyî yê HKIyê Rêbaz Ehmed li Hewlêrê civîna çapemeniyê li dar xist û der barê sistkirina tevdîrên Kovîd-19ê da daxuyanî da.
Ehmed got telîmat dan rayedarên balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê yên ku ji meha adarê vir va ji bo hemû seferan girtî ne ku heta tebaxê ji bo ku ji nû va dest bi seferên nav welêt û dervayî welêt bikin amadehiyên xwe temam bikin.
Ehmed diyar kir ku rayeya rakirina qedexeya seyahetê ya nav wilayetan jî dane waliyan û got ku dê tevdîrên Kovîd-19ê bên sistkirin lêbelê divê mirov bikaranîna maskeyê bidomînin.
Li gor daneyên Wezareta Hawirdor û Tenduristiyê li welêt ji destpêka şewbê vir va 3 hezar û 950 kes mirin, 97 hezar û 159 waqie hatin tesbîtkirin.AA