Li Iraqê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin 39 zêde bû û derket 496an û 1095 waqieyên nû hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê da hat diyarkirin ku di şewbê da di 24 saetên dawîn da 39 kes mirin û 1095 waqieyên nû hatin tesbîtkirin.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku bi daneyên dawîn ra jimara miriyên ji ber Kovîd-19ê derket 496an, jimara waqieyan jî bi tevahî derket 17 hezar û 770yî.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku li welêt tedawiya 300 kesên din hat temamkirin û ji nexweşxaneyê hatin derxistin bi vî awayî jimara nexweşên başbûyiyan derket 6 hezar û 868an.