Li Iraqê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 102 kes mirin , 2 hezar û 312 waqieyên nû hatin tesbîtkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê da hat ragihandin ku bi mirina 102 kesên nexweşên Kovîd-19ê li welêt jimara miriyan bi tevahî derket 2 hezar û 262yan.
Li welêt bi 2 hezar û 312 kesên din ra vîrus hat tesbîtkirin û bi vî awayî jimara waqieyan derket 56 hezar û 20î. jimara nexweşên baş bûn jî derket 29 hezar û 600î.AA