Kovîd-19: Li Meksîkayê di 24 saetên dawîn da 627 mirî

Di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê li Brezîlyayê 1262, li Hindistanê 1007, Meksîkayê 627 kes mirin

Kovîd-19: Li Meksîkayê di 24 saetên dawîn da 627 mirî

Di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) li Brezîlyayê 1262, li Hindistanê 1007, Meksîkayê 627 kes mirin

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê bi mirina 1262 kesan va hejmara miriyan derket 105 hezar û 463yan, hejmara pêketiyan jî 60 hezar û 91 kes zêde bû derket 3 milyon û 224 hezar û 876an.

Li Sao Pauloya bajarê bazirganiyê ya serjimara wê 46 milyon e 674 hezar û 455 kes bi vîrusê ketin û 26 hezar û 324 kes ji ber vîrusê mirin.

Hejmara kesên ji vîrusê filitîn jî bû 2 milyon û 356 hezar û 640.

Brezîlyaya serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latînî bû navenda nexweşiyê.

Hindistan

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di 24 saetên dawîn da bi mirina 1007 kesî va hejmara miriyan derket 48 hezar û 40î.

Li welêt di 24 saetên dawîn da hejmara pêketiyan 64 hezar û 553 kes zêde bû û derkete 2 milyon û 461 hezar û 190î.

Li welêt hetanî nika milyonek û 751 hezar û 555 kes ji vîrusê xilas bûn.

 Meksîka

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di 24 saetên dawîn da bi mirina 627 kesan va hejmara miriyan derket 55 hezar û 293 kesan.

Li Meksîkayê hejmara pêketiyan 7 hezar û 371 zêde bû û derkete 505 hezar û 751 kesî.

Li welêt hetanî nika 341 hezar û 507 kesên bi nexweşiyê ketibûn rind bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE