Kovîd-19: Li Îranê di rojekê da 183 kes mirin

Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê eşkere kir ku di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 183 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û 2 hezar û 379 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.

Kovîd-19: Li Îranê di rojekê da 183 kes mirin

Li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn da 183 kes mirin û jimara miriyan derket 13 hezar û 791ê.

Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê eşkere kir ku di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 183 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û 2 hezar û 379 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.

Lariyê diyar kir ku bi vî awayî hejmara giştî ya miriyan derket 13 hezar û 791ê û hejmara pêketiyan jî bû 269 hezar û 440î. 

Di axaftina xwe da Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 3 hezar û 509an giran e û heta niha 232 hezar û 873 kes jî piştî tedawiyê çûn malên xwe. 

Berdevk Lariyê diyar kir li Îranê heta niha 2 milyon û 98 hezar û 970 test hatine kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE