Li Îranê hejmara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin duh 542 zêde bû û derket 39 hezar û 619an.
Li welêt di şewba Kovîd-19ê da hejmara pêketî û miriyan rojane zêde dibe.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Îranê duh 542 kes mirin, 39 hezar û 619 pêketiyên nû yên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin.
Ji destpêka şewbê heta niha hejmara mirî û birîndaran evqas zêde ye.
Di daxuyaniyê da hat gotin hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 94 hezar û 15an, hejmara pêketiyan jî derket 4 milyon û 158 hezar û 729an.
Hat gotin 4 hezar û 102 kesên ku vîrus lê hatin tesbîtkirin li nexweşxaneyan razandin ku rewşa 6 hezar û 462 kesan giran e.
Ji destpêkê heta niha 3 milyon û 539 hezar û 35 kes ji vîrusê filitîn û baş bûn.
Li welêt ji îro pê va 26 milyon û 494 hezar û 40 test hatin kirin.
Li Îranê tevahî 15 milyon û 661 hezar û 958 doz aşî hat kirin
Wezaretê diyar kir, heta niha 12 milyon û 589 hezar û 587 kes doza ewil a aşiyê bûn, 3 milyon û 72 hezar û 371 kes jî doza duyem ya aşiyê bûn.
Bi tevahî 15 milyon û 661 hezar û 958 doz aşiya Kovîd-19ê li welêt hat kirin.
Ji hêla din 336 bajêr di kategoriya "sor", 84 bajêr di kategoriya "tûtik" û 28 bajêr jî di kategoriya "zer" da ne. Hatin û çûyina bajarên "sor" û "tûtik" qedexe ye.
AA