Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) 66 kesên din mirin û hejmara miriyan derket 7 hezar û 249 kesan.
Kiyanuş Cîhanpurê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê daxuyanî da televizyona dewletê û diyar kir ku li welêt 66 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û 2 hezar û 392 kes jî bi vîrusê ketin.
Cîhanpur destnîşan kir ku hejmara miriyan derket 7 hezar û 249an, hejmara nexweşan jî derket 129 hezar û 341 kesan.
Cîhanpur destnîşan kir ku di 24 saetên dawîn da li 12 eyaletan kesek nemir û li 6 eyaletan jî serê her yekî nexweşek mirin, di pêşerojê da tabloyê baş bibe.
Cîhanpur got ku rewşa 2 hezar û 655 kesan kirîtîk e, hetanî nika 100 hezar û 564 kes rind bûn û gihîştin siheta xwe.
Cîhanpur diyar kir ku li welêt hetanî nika ji bo 746 hezar û 45 kesan testa Kovîd-19ê hat kirin.
10 hezar personelên tenduristiyê bi vîrusê ketin
Qasim Can Babayiyê Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê daxuyanî da Ajansa Xeberan a Karkerên Îranê (ÎLNA) û diyar kir ku 10 hezar xebatkarên tenduristiyê bi vîrusê ketin.AA