Kovîd-19: Li Îranê hejmara miriyan ji 12 hezarî derbas bû

Li welêt di 24 saetên dawîn da 153 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Kovîd-19: Li Îranê hejmara miriyan ji 12 hezarî derbas bû

 Li Îranê hejmara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 153 zêde bûn û derket 12 hezar û 84an.

Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê eşkere kir ku di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 153 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û 2 hezar û 691 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.

Lariyê diyar kir ku bi vî awayî hejmara giştî ya miriyan derket 12 hezar û 84an, ya pêketiyan jî derket 248 hezar û 379an. 

Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 3 hezar û 309an giran e û heta niha 209 hezar û 463 kes jî piştî tedawiyê çûn malên xwe.

Lariyê daxuyand ku li welêt heta niha milyonek û 872 hezar û 391 test hatin kirin.

Berdevka Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku eyaletên, Kirmanşah, Kurdistan, Xûzistan, Hurmuzgan, Bûşehr, Xoresana Rezewî, Îlam, Azerbeycana Rojava û Rojhilatê weke "herêmên sor" hatin kifşkirin; eyaletên Tehran, Îsfehan, Mazenderan, Gulistan, Elburz, Yezd, Erdebîl, Hemedan, Kîrman, Sîstan-Belûçistan jî herêmên birîsk in.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE