Li Îranê hejmara kesên ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin, 156 zêde bû û derket 18 hezar û 132an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê ji ser têlevîzyona dewletê daxuyanî da û agahiyên dawîn ên der barê Kovîd-19ê da parve kir.
Lariyê di axaftina xwe da got: "Mixabin di nav 24 saetên dawîn da ji welatiyên me yên ku şewba Kovîd-19ê bi wan ra hebû 156 kes mirin û li seranserê welêt 2 hezar û 450 waqieyên nû hat tesbîtkirin û ji wan jî 1145 li nexweşxaneyan tên tedawîkirin."
Berdevkê got ku bi hejmarên dawîn va li seranserê welêt heta niha 18 hezar û 132 kes ji ber Kovîd-19ê mirin û 4 hezar û 136 jê giran 322 hezar û 567 kes jî bi şewbê ketin.
Li seranserê welêt heta niha 279 hezar û 724 kes jî ji Kovîd-19ê filitîn û pak bûn.AA