Li Îranê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 119 zêde bû û derket 21 hezar û 20î.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê di têlevîzyona dewletê da eşkere kir ku di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 119 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û 2 hezar û 243 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.
Lariyê diyar kir ku bi vî awayî jimara giştî ya miriyan derket 21 hezar û 20î, jimara pêketiyan jî derket 365 hezar û 606an.
Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 3 hezar û 831an giran e û heta niha 314 hezar û 870 kes jî qenc bûne.
Berdevk Lariyê diyar kir li Îranê heta niha 3 milyon û 113 hezar û 806 test hatine kirin.
Lariyê diyar kir ku ji herêmên tetîlê yên qeraxê behra Hazarê Mazenderan û Gilan di serî da Tehran, Qûm, Îsfehan, Xoresana Rezewî, Azerbeycana Rojhilatê, Kîrman, Xoresana Bakur, Sîmnan, Yezd, Zîncan û Qazvîn wek "herêmên sor" in û rîska wan zêde ye, heke mecbûrî nebe divê gel dernekeve seyahatê.
Li Îranê Kovîd-19 cara ewil di 19ê sibatê da li bajarê Qûmê hatibû tesbîtkirin.AA