Kovîd-19: Li Îranê rewşa dawî

Li Îranê di 24 saetên dawîn da 140 kes ji ber Kovîd-19ê mirin.

Kovîd-19: Li Îranê rewşa dawî

Li Îranê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 140 zêde bû û derket 127 hezar û 439an.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Îranê hat dayîn, di 24 saetên dawîn da 8 hezar û 341 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, ji van 1164 kes li nexweşxaneyê hatin razandin.

Di daxuyaniyê da hat gotin, bi mirina 140 kesan va jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 127 hezar û 439an, jimara pêketiyan jî derket 5 milyon û 996 hezar û 155an.

Li tevahiya welêt rewşa 3 hezar û 669 kesên ku bi Kovîd-19ê ketine û di nexweşxaneyan da hatine razandin, giran e.

Wezaretê diyar kir, heta niha 55 milyon û 319 hezar û 795 kes doza ewil a aşiyê bûne, 39 milyon û 465 hezar û 958 kes jî her du dozên aşiyê bûne. 198 hezar û 634 kes jî doza sêyem bûn.

Bi tevahî 94 milyon û 984 hezar û 387 doz aşiya Kovîd-19ê li welêt hatiye kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE