Kovîd-19: Li Şanlıurfayê 205 mal hildan karantînayê

Li gor daxuyaniya walîtiyê testa Kovîd-19ê ya hin welatiyên li navenda bajêr û navçeyan dijîn pozîtîf derket.

Kovîd-19: Li Şanlıurfayê 205 mal hildan karantînayê

Li Şanlıurfayê di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da li 205 malan sepana karantînayê dest pê kir.

Li gor daxuyaniya walîtiyê testa Kovîd-19ê ya hin welatiyên li navenda bajêr û navçeyan dijîn pozîtîf derket.

Li ser vê Lijneya Hifzissihhayê ya Bajêr di çarçoveya têkoşîna dijî şewbê da biryarên nû hildan.

Di vê çarçoveyê da biryar hat dayîn ku li Bîrecîkê 20, li Ceylanpinarê 21, li Eyyubiyeyê 12, li Xelîliyeyê 37, li Karakopruyê 78, li Siverekê  7, li Surucê 11, li Viranşehirê 18 û Hîlvanê navnîşanekî tevdîra karantînayê bê tetbîqkirin.

Ji aliyê din va karantinaya 120 malî jî xilas bû.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE