Li Îspanyayê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin di 24 saetên dawîn da 56 zêde bû û derket 28 hezar û 628an.
Wezareta Tenduristiyê jimara waqie û miriyên ji ber şewba Kovîd-19ê rojane kirin.
Ji xeynî Katalonyayê jimara mirinên rojane yên ji ber Kovîd-19ê îro derket 56an.
Duh jimara mirinên ji ber Kovîd-19ê wekî 27 hezar û 940 hatibû eşkerekirin, derket holê ku mirinên din ên berê jî ji ber vîrusê bûne û 688 zêde bû û wekî 28 hezar û 628 hat rojanekirin.
Li gor testên hatin kirin di 24 saetên dawîn da jimara waqieyên nû 446 e û jimara waqieyan bi tevahî derket 234 hezar û 824an.AA