Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li seranserê cîhanê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê 17 milyon derbas kir

Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li seranserê cîhanê hejmara rehetbûyên ji cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) 17 milyon derbas kir.

Li gorî "Worlmeter" malpera Înternetê ya ku daneyên Kovîd-19ê li ser tên belavkirin, li seranserê cîhanê 17 milyon û 547 kesên ku bi Kovîd-19ê ketin, rehet bûn.

Welatên ku herî zêde pêketî li wan rehet bûne bi vê rêzê ne:

DYA (3 milyon û 327 hezar û 990), Brezîlya (2 milyon û 908 hezar û 848), Hîndistan (2 milyon û 583 hezar û 63), Rûsya (792 hezar û 561), Afrikaya Başûr (531 hezar û 338), Perû (421 hezar û 877), Kolombiya (407 hezar û 121), Meksîka (396 hezar û 758), Çîlî (377 hezar û 922), Îran (316 hezar û 638).

Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyan gihişt 240 hezar û 792yan.

Vîrusa ku cara yekê li Wuxana bajarê navenda Hubeiya eyaleta Çînê hat dîtin, di demeke kurt de li zêdetir 200 welat û herêman belav bû.

Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt 24 milyon û 532 hezar û 836an û heta nuha 833 hezar û 135 kesan ji ber vê nexweşiyê canê xwe ji dest dane.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE