Li tevahiya dinyayê jimara pêketiyên şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 27 milyon derbas bû.
Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê jimara pêketiyên vîrusê derket 27 milyon û 69 hezar û 726an.
Li ser rûyê dinyayê jimara pêketiyan herî zêde li Amerîkayê ye. Li Amerîkayê 6 milyon û 431 hezar û 160 kes bi Kovîd-19ê ketin.
Ji dû Amerîkayê ra 10 welatên ewil ên ku jimara pêketiyan lê zêde ye bi rêzê wiha ne:
Brezîlya (4 milyon û 123 hezar), Hindistan (4 milyon û 114 hezar û 773), Rûsya (1 milyon û 20 hezar û 310), Peru (683 hezar û 702), Kolombiya (658 hezar û 456), Afrîkaya Başûr (636 hezar û 884), Meksîka (629 hezar û 409), Îspanya (517 hezar û 133), Arjantîn (471 hezar û 806) û Şîlî (420 hezar û 434).
Li Tirkiyeyê jimara pêketiyan derket 278 hezar û 228an.
Kovîd-19 li Wuhana bajarê Çînê derket holê û belayî ji 200î zêdetir welat û herêman bû. Li ser rûyê dinyayê ji ber şewba Kovîd-19ê 883 hezar û 771 kes mirin.
19 milyon û 170 hezar û 299 kesên ku bi vîrusê ketibûn, qenc bûn, tedawiya 7 milyon û 15 hezar û 656 kesan dewam dike.
AA