Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 27 milyon û 296 hezarî derbas bû

Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê û kişiya wan, ji 27 milyon û 296 hezarî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha 887 hezar û 596 kes ji ber şewbê mirin.

Jimara pêketiyan derket 27 milyon û 296 hezar û 207an, 19 milyon û 379 hezar û 478 kesên ku vîrus kişiyabû wan jî qenc bûn.

Li ser rûyê dinyayê 7 milyon û 29 hezar û 133 kesên ku vîrus kişiyaye wan û tedawiya wan hê dewam dike, hene.

Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 6 milyon û 460 hezar û 421an û ji ber şewbê heta niha 193 hezar û 253 kes jî mirin.

Ji bilî Amerîkayê welatên ku ji 250 hezarî zêdetir pêketiyên Kovîd-19ê lê hene ev in:

"Hindistan (4 milyon û 204 hezar û 613), Brezîlya (4 milyon û 137 hezar û 606), Rûsya ( milyonek û 25 hezar û 505), Peru (689 hezar û 977), Kolombiya (666 hezar û 521), Afrîkaya Başûr (638 hezar û 517), Meksîka (634 hezar û 23), Îspanya (517 hezar û 133), Arjantîn (478 bin 792), Şîlî (422 hezar û 510), Îran (386 hezar û 658), Îngiltere (347 hezar û 152), Bangladeş (325 hezar û 157), Fransa (324 hezar û 777), Erebistana Siûdî (320 hezar û 688), Pakistan (298 hezar û 903), Tirkiye (279 hezar û 228), Îtalya (276 hezar û 806), Iraq (260 hezar û 370) û Almanya (251 hezar û 724)."

Ji bilî Amerîkayê welatên ku jimara miriyan ji 10 hezarî derbas dibe wiha ne:

"Brezîlya (126 hezar û 686), Hindistan (7 hezar û 704), Meksîka (67 hezar û 326), Îngiltere (41 hezar û 549), Îtalya (35 hezar û 534), Fransa (30 hezar û 724), Peru (29 hezar û 687), Îspanya (29 hezar û 418), Îran (22 hezar û 154), Kolombiya (21 hezar û 156), Rûsya (17 hezar û 820), Afrîkaya Başûr (14 hezar û 779) û Şîlî (11 hezar û 551)."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE