Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li dinyayê hejmara kesên ku bi Kovîd-19ê ketin ji 28 milyon û 946 hezarî derbas bû

Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li ser asta dinyayê hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ji 28 milyon û 946 hezarî derbas bû.

Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser asta dinyayê 924 hezar û 610 kes ji ber vîrusê mirin.

Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li welêt 6 milyon û 676 hezar û 601 kes bi Kovîd-19ê ketin û ji ber şewbê 198 hezar û 128 kes jî mirin.

Piştî Amerîkayê welatên ku hejmara pêketiyan ji 250 hezarî zêdetir e wiha hatin rêzkirin:

"Hindistan (4 milyon û 754 hezar û 356), Brezilya (4 milyon û 315 hezar û 858), Rusya (milyonek û 57 hezar û 362), Peru (722 hezar û 832), Kolombiya (708 hezar û 964), Meksika (663 hezar û 973), Afrîkaya Başûr (648 hezar û 214), Îspanya (576 hezar û 697), Arjantin (546 hezar û 481), Şili (432 hezar û 666), Îran (399 hezar û 940), Fransa (373 hezar û 911), Îngiltere (365 hezar û 174), Bangladeş (336 hezar û 44), Erebistana Siûdî (325 hezar û 50), Pakistan (301 hezar û 481), Tirkiye (289 hezar û 635), Iraq (286 hezar û 778), Îtalya (286 hezar û 297), Almanya (260 hezar û 546) û Fîlîpîn (257 hezar û 863)."

Ji xeynî Amerîkayê, welatên ku hejmara miriyan ji 10 hezarî derbas bû ev in:

"Brezilya (131 hezar û 274), Hindistan (78 hezar û 614), Meksika (70 hezar û 604), Îngiltere (41 hezar û 623), Îtalya (35 hezar û 603), Fransa (30 hezar û 910), Peru (30 hezar û 593), Îspanya (29 hezar û 747), Îran (23 hezar û 29), Kolombiya (22 hezar û 734), Rusya (18 hezar û 484), Afrîkaya Başûr (15 hezar û 427), Şili (11 hezar û 895), Arjantin (11 hezar û 263) û Ekvador (10 hezar û 864).

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE