Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 29 milyon û 185 hezarî derbas bû

Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya li Wuxana bajarê Hubeiya eyaleta Çînê derket û kişiya wan, ji 29 milyon û 185 hezarî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha 928 hezar û 290 kes ji ber şewbê mirin.

Jimara pêketiyan derket 29 milyon û 185 hezar û 779an, 21 milyon û 31 hezar û 29 kesên ku vîrus kişiyabû wan jî qenc bûn.

Li ser rûyê dinyayê 7 milyon û 226 hezar û 460 kesên ku vîrus kişiyaye wan û tedawiya wan hê dewam dike, hene.

Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 6 milyon û 708 hezar û 458an û ji ber şewbê heta niha 198 hezar û 520 kes jî mirin.

Ji bilî Amerîkayê welatên ku ji 250 hezarî zêdetir pêketiyên Kovîd-19ê lê hene ev in:

"Hindistan (4 milyon û 846 hezar û 427), Brezîlya (4 milyon û 330 hezar û 455), Rûsya (milyonek û 62 hezar û 811), Peru (729 hezar û 619), Kolombiya (716 hezar û 319), Meksîka (668 hezar û 381), Afrîkaya Başûr (649 hezar û 793), Îspanya (576 hezar û 697), Arjantîn (555 hezar û 537), Şîlî (434 hezar û 748), Îran (402 hezar û 29), Fransa (381 hezar û 94), Îngiltere (368 hezar û 504), Bangladeş (337 hezar û 520), Erebistana Siûdî (325 hezar û 651), Pakistan (302 hezar û 20), Tirkiye (291 hezar û 162), Iraq (290 hezar û 309), Îtalya (287 hezar û 753), Almanya (261 hezar û 298) û Filîpîn (261 hezar û 216)."

Ji bilî Amerîkayê welatên ku jimara miriyan ji 10 hezarî derbas dibe wiha ne: 

"Brezîlya (131 hezar û 663), Hindistan (79 hezar û 754), Meksîka (70 hezar û 821), Îngiltere (41 hezar û 628), Îtalya (35 hezar û 610), Fransa (30 hezar û 916), Peru (30 hezar û 710), Îspanya (29 bin 747), Îran (23 bin 157), Kolombiya (22 hezar û 924), Rûsya (18 hezar û 578), Afrîkaya Başûr (15 hezar û 447), Şîlî (11 hezar û 949), Arjantîn (11 hezar û 352) û Ekvador (10 hezar û 903).

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE