Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li tevahiya dinyayê jimara kesên ku bi Kovîd-19ê ketin ji 3 milyon û 567 hezarî derbas bû

Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê  de rewşa dawî

Li tevahiya dinyayê hejmara kesên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ku li bajarê Wuhanê yê Hubeya eyaleta Çînê derket, kişiya wan ji 3 milyon û 567 hezarî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê 248 hezar û 313 kes ji ber vîrusa koronayê mirin û milyonek û 157 hezar û 14 kesên ku vîrus kişiyabû wan jî qenc bûn.

Li tevahiya dinyayê hejmara kesên vîrusa koronayê kişiya wan derket 3 milyon û 567 hezar û 5an.

- Welatê ku herî zêde waqie û mirî lê hene Amerîka ye

Welatê ku herî zêde waqie û mirî lê hene Amerîka ye. Kovîd-19 li tevahiya Amerîkayê di milyonek û 188 hezar û 421 kesan da hat tesbîtkirin, 68 hezar û 602 kes ji ber vîrusê mirin.

- Welatên ku hejmara waqieyên wan ji 10 hezarî zêdetir in

Li gor Worldometerê welatên ku jimara waqieyên wan ji 10 hezarî zêdetir in, wiha ne:

"Spaniya (247 hezar û 122), Îtalya (210 hezar û 717), Îngiltere (186 hezar û 599), Fransa (168 hezar û 693), Almanya (165 hezar û 664), Rûsya (134 hezar û 687), Tirkiye (126 hezar û 45), Brezîlya (101 hezar û 826), Îran (97 hezar û 424), Çîn (82 hezar û 880), Kanada (59 hezar û 474), Belçîka (49 hezar û 906), Peru (45 hezar û 928), Hindistan (42 hezar û 670), Hollanda (40 hezar û 571), Swîsre (29 hezar û 905), Ekvador (29 hezar û 538), Erebistana Siûdî (27 hezar û 11), Portekîz (25 hezar û 282), Meksîka (23 hezar û 471), Swêd (22 hezar û 317), Îrlanda (21 hezar û 506), Pakistan (20 hezar û 186), Şîlî (19 hezar û 663), Sîngapur (18 hezar û 205), Belarûs (16 hezar û 705), Îsraîl (16 hezar û 208), Awusturya (15 hezar û 597), Japonya (15 hezar û 589), Qeter (15 hezar û 551), Mîrektiyên Ereb (14 hezar û 163), Polonya (13 hezar û 693), Romanya (13 hezar û 163), Ukrayna (11 hezar û 913), Endonezya (11 hezar û 192) ve Koreya Başûr (10 hezar û 801)."

Jimara kesên ku li van welatan mirin jî wiha ye:

"Îtalya 28 hezar û 884, Îngiltere 28 hezar û 446, Spaniya 25 hezar û 264, Fransa 24 hezar û 895, Belçîka 7 hezar û 844, Brezîlya 7 hezar û 51, Almanya 6 hezar û 866, Îran 6 hezar û 203, Hollanda 5 hezar û 56, Çîn 4 hezar û 633, Kanada 3 hezar û 682, Tirkiye 3 hezar û 397, Swêd 2 hezar û 679, Meksîka 2 hezar û 154, Swîsre 1762, Ekvador 1564, Hindistan 1395, Îrlanda 1303, Rûsya 1280, Peru 1286, Portekîz 1043, Endonezya 845, Romanya 790, Polonya 678, Awusturya 598, Japonya 500, Pakistan 462, Ukrayna 288, Koreya Başûr 252, Şîlî 260, Îsraîl 232, Erebistana Siûdî 184, Mîrektiyên Ereb 126, Belarûs 99, Sîngapur 18 ve Qeter 12."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE