Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 33 milyon û 310 hezarî derbas bû

Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya li Wuxana bajarê Hubeiya eyaleta Çînê derket û kişiya wan, ji 33 milyon û 310 hezarî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha milyonek û 2 hezar û 452 kes ji ber şewbê mirin.

Jimara pêketiyan derket 33 milyon û 310 hezar û 953yan, 24 milyon û 639 hezar û 64 kesên ku vîrus kişiyabû wan jî qenc bûn. Li ser rûyê dinyayê 7 milyon û 669 hezar û 437 kesên ku vîrus kişiyaye wan û tedawiya wan hê dewam dike, hene.

Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 7 milyon û 321 hezar û 343yan û ji ber şewbê heta niha 209 hezar û 453 kes jî mirin.

Ji bilî Amerîkayê welatên ku ji 300 hezarî zêdetir pêketiyên Kovîd-19ê lê hene ev in:

"Hindistan (6 milyon û 74 hezar û 702), Brezîlya (4 milyon û 732 hezar û 309), Rûsya (milyonek û 151 hezar û 438), Kolombiya (813 hezar û 56), Peru (805 hezar û 302), Îspanya (735 hezar û 198), Meksîka (730 hezar û 317), Arjantîn (711 hezar û 325), Afrîkaya Başûr (670 hezar û 766), Fransa (538 hezar û 569), Şîlî (457 hezar û 901), Îran (446 hezar û 448), Îngiltere (434 hezar û 969), Bangladeş (359 hezar û 148), Iraq (349 hezar û 450) Erebistana Siûdî (333 hezar û 193), Tirkiye (314 hezar û 433), Pakistan (310 hezar û 841), Îtalya (309 hezar û 870) û Fîlîpîn (304 hezar û 226)."

Ji bilî Amerîkayê welatên ku jimara miriyan ji 10 hezarî derbas dibe wiha ne:

"Brezîlya (141 hezar û 776), Hindistan (95 hezar û 574), Meksîka (76 hezar û 430), Îngiltere (41 hezar û 988), Îtalya (35 hezar û 835), Peru (32 hezar û 262), Fransa (31 hezar û 727), Îspanya (31 hezar û 232), Îran (25 hezar û 589), Kolombiya (25 hezar û 488), Rûsya (20 hezar û 324), Afrîkaya Başûr (16 hezar û 398), Arjantîn (15 hezar û 749), Şîlî (12 hezar û 641), Ekvador (11 hezar û 279) û Endonezya (10 hezar û 386)."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE