Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 35 milyonî derbas bû

Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket û kişiya wan, nêzî 35 milyon û 140 hezarî bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha milyonek û 38 hezar û 21 kes ji ber şewbê mirin.

Jimara pêketiyan derket 35 milyon û 139 hezar û 699an, 26 milyon û 128 hezar û 410 kesên ku vîrus kişiyabû wan jî baş bûn.

Li ser rûyê dinyayê tedawiya 7 milyon û 973 hezar û 268 kesên ku vîrus kişiyaye wan jî hê dewam dike.

- Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye

Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 7 milyon û 600 hezar û 846an û ji ber şewbê heta niha 214 hezar û 277 kes jî mirin.

Ji bilî Amerîkayê welatên ku ji 300 hezarî zêdetir pêketiyên Kovîd-19ê lê hene ev in: 

"Hindistan (6 milyon û 549 hezar û 373), Brezîlya (4 milyon û 906 hezar û 833), Rûsya (milyonek û 204 hezar û 502), Kolombiya ( 848 hezar û 147 ), Perû (848 hezar û 147), Spanya (810 hezar û 807), Arjantîn (790 hezar û 818), Meksîka (757 hezar û 953), Afrîkaya Başûr (679 hezar û 716), Fransa (606 hezar û 625), Îngiltere (480 hezar û 17), Şîlî (468 hezar û 471), Îran (468 hezar û 119), Iraq (375 hezar û 931), Bangladeş (367 hezar û 565), Erebîstana Siûdî (335 hezar û 997), Tirkiye (323 hezar û 14), Îtalya (322 hezar û 751), Filipînan (319 hezar û 330), Pakistan (314 hezar û 616) û Almanya (300 hezar û 28)."

Ji bilî Amerîkayê welatên ku jimara miriyan ji 10 hezarî derbas dibe ev in: 

"Brezîlya (146 hezar û 11), Hindistan (101 hezar û 812), Meksîka (78 hezar û 880), Îngiltere (42 hezar û 317), Îtalya (35 hezar û 968), Perû (32 hezar û 665), Fransa (32 hezar û 198), Spanya (32 hezar û 86), Îran (26 hezar û 746), Kolombiya (26 hezar û 556), Rûsya (21 hezar û 251), Afrîkaya Başûr (16 hezar û 938), Arjantîn (20 hezar û 795), Şîlî (12 hezar û 919), Ekvador (11 hezar û 597), Endonezya (11 hezar û 55) û Belçîka (10 hezar û 44)."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE