Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 35 milyon û 400 hezarî derbas bû

Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li tevahiya dinyayê hejmara kesên şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) ya li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket û kişiya wan, ji 35 milyon û 400 hezarî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha milyonek û 41 hezar û 824 kes ji ber şewbê mirin.

Jimara pêketiyan derket 35 milyon û 400 hezar û 650yî, 26 milyon û 629 hezar û 273 kesên ku vîrus kişiyabû wan jî baş bûn.

Li ser rûyê dinyayê tedawiya 7 milyon û 729 hezar û 553 kesên ku vîrus kişiyaye wan jî hê dewam dike.

- Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye

Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 7 milyon û 636 hezar û 912an û ji ber şewbê heta niha 214 hezar û 611 kes jî mirin.

Ji bilî Amerîkayê welatên ku ji 300 hezarî zêdetir pêketiyên Kovîd-19ê lê hene ev in:

"Hindistan (6 milyon û 623 hezar û 815), Brezilya (4 milyon û 915 hezar û 289), Rûsya (1 milyon û 215 hezar û 1), Kolombiya (855 hezar û 52), Peru (828 hezar û 169), Spanya (810 hezar û 807), Arjantîn (798 hezar û 486), Meksîka (761 hezar û 665), Afrîkaya Başûr (681 hezar û 289), Fransa (619 hezar û 190), Îngiltere (502 hezar û 978), Îran (471 hezar û 772), Şîlî (470 hezar û 179), Iraq (379 hezar û 141), Bangladeş (368 hezar û 690), Erebîstana Siûdî (336 hezar û 387), Îtalya (325 hezar û 329), Tirkiye (324 hezar û 443), Filipinan (322 hezar û 497), Pakîstan (314 hezar û 616), Endonezya (303 hezar û 498) û Almanya (301 hezar û 571)."

Ji bilî Amerîkayê welatên ku jimara miriyan ji 10 hezarî derbas dibe ev in:

"Brezîlya (146 hezar û 375), Hindistan (102 hezar û 714), Meksîka (79 hezar û 88), Îngiltere (42 hezar û 350), Îtalya (35 hezar û 986), Perû (32 hezar û 742), Fransa (32 hezar û 230), Spanya (32 hezar û 86), Îran (26 hezar û 957), Kolombiya (26 hezar û 712), Rûsya (21 hezar û 358), Arjantîn (21 hezar û 18), Afrîkaya Başûr (16 hezar û 976), Şîlî (12 hezar û 979), Ekvador (11 hezar û 647), Endonezya (11 hezar û 151) û Belçîka (10 hezar û 64)."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE