Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li tevahiya dinyayê jimara kesên bi Kovîd-19yê ketin ji 35 milyon û 709 hezarî derbas bû

Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Di şewba vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ya ku li Vuhana li ser eyaleta Hubeyê ya Çînê derket holê û belavî tevahiya dinyayê bû da jimara waqieyên hatin tesbîtkirin ji 35 milyon û 709 hezarî derbas bû.

Li gor malpera "Worldometer" a ku daneyên der barê waqieyên li welat û herêmên lê Kovîd-19 tên girtin berhev dike li tevahiya dinyayê ji ber vîrusê milyonek û 46 hezar û 79 kes ji ber vîrusê mirin.

Jimara waqieyan li tevahiya dinyayê derket 35 milyon û 709 hezar û 955an, 26 milyon û 878 hezar û 379 pêketiyên vîrusê baş bûn. Tedawiya 7 milyon û 785 hezar û 497 waqieyan dewam dike.

Li Amerîkaya ku herî zêde waqie û mirin lê çêbûn bi 7 milyon û 679 hezar û 644 kesan ra Kovîd-19 hat tesbîtkirin, 215 hezar û 32 kes mirin.

Digel Amerîkayê welatên jimara waqieyên wan ji 300 hezarî derbas bûn wiha ne:

"Hindistan (6 milyon û 685 hezar û 82), Brezîlya (4 milyon û 940 hezar û 499), Rûsya (Milyonek û 225 hezar û 889), Kolombiya (862 hezar û 158), Îspanya (852 hezar û 838), Peru (829 hezar û 999), Arjantin (809 hezar û 728), Meksîka (761 hezar û 665), Afrîkaya Başûr (682 hezar û 215), Fransa (624 hezar û 274), Îngiltere (515 hezar û 571), Îran (475 hezar û 674), Şilî (471 hezar û 746), Iraq (382 hezar û 949), Bangladeş (370 hezar û 132), Erebistana Siûdî (336 hezar û 766), Îtalya (327 hezar û 586), Tirkiye (326 hezar û 46), Filipîn (324 hezar û 762), Pakistan (315 hezar û 727), Endonezya (307 hezar û 120) û Almanya (304 hezar û 657)."

Digel Amerîkayê wleatên ku jimara miriyan ji 10 hezarî derbas bûye wiha hatin rêzkirin:

"Brezîlya (146 hezar û 773), Hindistan (103 hezar û 600), Meksîka (79 hezar û 88), Îngiltere (42 hezar û 369), Îtalya (36 hezar û 2), Peru (32 hezar û 834), Fransa (32 hezar û 299), Îspanya (32 hezar û 225), Îran (27 hezar û 192), Kolombiya (26 hezar û 844), Rûsya (21 hezar û 475), Arjantin (21 hezar û 468), Afrîkaya Başûr (17 hezar û16), Şilî (13 hezar û 37), Ekvador (11 hezar û 681), Endonezya (11 hezar û 253) û Belçîka (10 hezar û 78)."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE