Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li dinyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 36 milyon û 65 hezarî derbas bû

Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin ji 36 milyon û 65 hezarî derbas bû.

Li gor daneyên malpera "Worldometer"ê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li dinyayê heta niha milyonek û 54 hezar û 947 kes mirin.

Li tevahiya dinyayê 36 milyon û 65 hezar û 757 kes bi vîrusê ketin, 27 milyon û 163 hezar û 422 kes jî ji vîrusê filitîn û baş bûn.

Li Amerîkaya ku herî zêde di bin tesîra vîrusê da ma 7 milyon û 723 hezar û 721 kes bi Kovîd-19ê ketin, 215 hezar û 836 kes jî ji ber vîrusê mirin.

Xêncî Amerîkayê welatên herî zêde lê nexweş hene û hejmara pêketiyan ji 300 hezarî zêdetir e ev in:

"Hindistan (6 milyon û 757 hezar û 131), Brezîlya (4 milyon û 970 hezar û 953), Rûsya (milyonek û 248 hezar û 619), Kolombiya (869 hezar û 808), Îspanya (865 hezar û 631), Peru (832 hezar û 929), Arjantîn (824 hezar û 468), Meksîka (794 hezar û 608), Afrîkaya Başûr (683 hezar û 242), Fransa (634 hezar û 763), Îngiltere (530 hezar û 113), Îran (479 hezar û 825), Şilî (473 hezar û 306), Iraq (387 hezar û 121), Bangladeş (371 hezar û 631), Erebistana Siûdî (337 hezar û 243), Îtalya (330 hezar û 263), Tirkiye (327 hezar û 557), Filipîn (326 hezar û 833), Pakistan (316 hezar û 351), Endonezya (311 hezar û 176) û Almanya (307 hezar û 119)."

Xêncî Amerîkayê welatên hejmara miriyên wan ji 10 hezarî zêdetir in ev in:

"Brezîlya (147 hezar û 571), Hindistan (104 hezar û 591), Meksîka (82 hezar û 348), Îngiltere (42 hezar û 445), Îtalya (36 hezar û 30), Peru (32 hezar û 914), Îspanya (32 hezar û 486), Fransa (32 hezar û 365), Îran (27 hezar û 419), Kolombiya (27 hezar û 17), Rûsya (21 hezar û 865), Arjantîn (21 hezar û 827), Afrîkaya Başûr (17 hezar û 103), Şilî (13 hezar û 70), Ekvador (11 hezar û 702), Endonezya (11 hezar û 374) û Belçîka (10 hezar û 92)."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE