Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li dinyayê jimara kesên ji Kovîd-19ê baş bûn ji 28 milyonî derbas bû

Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

 Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ketin ji 37 milyon û 139 hezarî derbas bû.

Li gor daneyên "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li dinyayê heta niha milyonek û 73 hezar û 149 kes ji ber vîrusê mirin.

Li dinyayê hejmara pêketiyan derkete 37 milyon û 139 hezar û 607 kesan, 27 milyon û 912 hezar û 550 pêketî jî baş bûn. Wekî mayîn dermankirina 8 milyon û 153 hezar û 908 kesan jî dewam dike.

Li Amerîkaya herî zêde di bin tesîra vîrusê da ma 7 milyon û 894 hezar û 478 kes bi Kovîd-19ê ketin, ji ber vîrusê 218 hezar û 648 kes mirin.

Xêncî Amerîkayê welatên ji 300 hezarî zêdetir pêketiyên wan hene li gor hejmarê wiha ne:

"Hindistan (6 milyon û 979 hezar û 423), Brezîlya (5 milyon û 57 hezar û 190), Rûsya (milyonek û 285 hezar û 84), Kolombiya (894 hezar û 300), Îspanya (890 hezar û 367), Arjantîn (871 hezar û 468), Peru (843 hezar û 355), Meksîka (809 hezar û 751), Fransa (691 hezar û 977), Afrîkaya Başûr (688 hezar û 352), Îngiltere (575 hezar û 679), Îran (492 hezar û 378), Şîlî (477 hezar û 769), Iraq (397 hezar û 780), Bangladeş (375 hezar û 870), Îtalya (343 hezar û 770), Erebistana Siûdî (338 hezar û 539), Filipîn (336 hezar û 926), Tirkiye (332 hezar û 382), Endonezya (324 hezar û 658), Almanya (320 hezar û 478) û Pakistan (318 hezar û 266)"

Xêncî Amerîkayê welatên hejmara miriyên wan ji 10 hezarî zêdetir in ev in:

"Brezîlya (149 hezar û 692), Hindistan (107 hezar û 416), Meksîka (83 hezar û 507), Îngiltere (42 hezar û 679), Îtalya (36 hezar û 111), Peru (33 hezar û 158), Îspanya (32 hezar û 929), Fransa (32 hezar û 583), Îran (28 hezar û 98), Kolombiya (27 hezar û 495), Arjantîn (23 hezar û 225), Rûsya (22 hezar û 454), Afrîkaya Başûr (17 hezar û 547), Şîlî (13 hezar û 220), Ekvador (12 hezar û 175), Endonezya (11 hezar û 677) û Belçika (10 hezar û 151)."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE