Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li dinyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 38 milyonî derbas bû

Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin ji 38 milyonî derbas bû.

Li gor daneyên "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li dinyayê heta niha 38 milyon û 43 hezar û 916 kes bir vîrusê ketin.

Li Amerîkaya herî zêde di bin tesîra vîrusê da ma 8 milyon û 37 hezar û 789 kes bi Kovîd-19ê ketin.

Xêncî Amerîkayê 10 welatên ku hejmara pêketiyên wan zêde ne ev in:

Hindistan (7 milyon 175 hezar û 880), Brezilya (5 milyon 103 hezar û 408), Rûsya (1 milyon 312 hezar û 310), Kolombiya (919 hezar û 83), Îspanya (918 hezar û 223), Arjantîn (903 hezar û 730), Peru (851 hezar û 171), Meksîka (821 hezar û 45), Fransa (743 hezar û 479) û Afrîkaya Başûr (693 hezar û 359).

Li Tirkiyeyê jî hejmara pêketiyan 337 hezar û 147 e.

Di şewba Kovîd-19ê ya ku li bajarê Vuhana li ser Hubeya eyaleta Çînê derket holê û belavî dinyayê bû da li dinyayê milyonek û 85 hezar û 375 kes ji ber vîrusê mirin.

28 milyon û 606 hezar û 252 kesên bi vîrusê ketibûn baş bûn, tedaviya 8 milyon û 352 hezar û 289 kesan jî dewam dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE