Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li tevahiya dinyayê jimara kesên ji Kovîd-19ê mirin ji 480 hezarî derbas bû.

Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li tevahiya dinyajimara kesên ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû ( Kovîd-19) mirin ji 480 hezarî derbas bû.

Li gor malpera "Worldometer"ê ku daneyên rojane yên der barê Kovîd-19ê da dide hev, li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku ji ber vîrusa koronayê mirin derket 480 hezar û 95an, jimara kesên ku vîrus kişiya wan jî derket 9 milyon û 369 hezar û 576an.

Ji ber Kovîd-19ê heta niha herî zêde mirov li Amerîkayê mirin. Li Amerîkayê heta niha 123 hezar û 476 kes mirin.

Dû Amerîkayê ra bi 52 hezar û 771 kesan va Brezîlya, bi 42 hezar û 927 kesan va Îngiltere, bi 34 hezar û 675 kesan va Îtalya, 29 hezar û 720 kesan va Fransa, bi 28 hezar û 325 kesan va Îspanya, bi 23 hezar û 377 kesan va Meksîka, bi 14 hezar û 483 kesan va Hindistan, bi 9 hezar û 863 kesan va Îran, bi 9 hezar û 713 kesan va Belçîka, bi 8 hezar û 986 kesan va Almanya, bi 8 hezar û 513 kesan va Rûsya, bi 8 hezar û 454 kean va Kanada, bi 8 hezar û 404 kean va Peru, bi 6 hezar û 95 kesan va Hollanda, bi 5 hezar û 161 kesan Swêd û bi 5 hezar û 1 kesî va Tirkiye tê.

Welatên din ên ku hejmara miriyan ji 1000î zêdetir e wiha ne:

"Çin (4 hezar û 634), Şîlî (4 hezar û 505), Ekvador (4 hezar û 274), Pakistan (3 hezar û 755), Endonezya (2 hezar û 535), Kolombiya (2 hezar û 404), Misir (2 hezar û 365), Afrîkaya Başûr (2 hezar û 102), Swîsre (1956), Îrlanda (1720), Bangladeş (1545), Portekîz (1540), Romanya (1539), Polonya (1375), Erebistana Siûdî (1346), Iraq (1251), Filîpîn (1186), Arjantîn (1078) û Ukrayna (1051)."

Şewba ku di Berfanbara 2019an da li Çînê derket holê, di demek nêz da li 200î zêdetir herêm û welatan bela bû.

5 milyon û 60 hezar û 652 kesên ku vîrus kişiyabû wan qenc bûn, tedawiya 3 milyon û 828 hezar û 829 kesan jî dewam dike. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE