Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li dinyayê hejmara kesên ku bi Kovîd-19ê ketin ji 43 milyon û 346 hezarî derbas bû

Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li ser asta dinyayê hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ji 43 milyon û 346 hezarî derbas bû.

Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser asta dinyayê milyonek û 159 hezar û 93 kes ji ber vîrusê mirin.

Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li welêt 8 milyon û 889 hezar û 179 kes bi Kovîd-19ê ketin û ji ber şewbê 230 hezar û 510 kes jî mirin.

Piştî Amerîkayê welatên ku hejmara pêketiyan ji 300 hezarî zêdetir e wiha hatin rêzkirin:

"Hindistan (7 milyon û 909 hezar û 959), Brezilya (5 milyon û 394 hezar û 128), Rusya (milyonek û 513 hezar û 877), Fransa (milyonek û 138 hezar û 507), Îspanya (milyonek û 110 hezar û 372), Arjantin (milyonek û 90 hezar û 589), Kolombiya (milyonek û 15 hezar û 885), Peru (888 hezar û 715), Meksika (891 hezar û 160), Îngiltere (873 hezar û 800), Afrîkaya Başûr (715 hezar û 868), Îran (568 hezar û 896), Îtalya (525 hezar û 782), Şili (502 hezar û 63), Iraq (451 hezar û 707), Almanya (437 hezar û 866), Bangladeş (398 hezar û 815), Endonezya (389 hezar û 712), Filipin (370 hezar û 28), Tirkiye (361 hezar û 801), Erebistana Siûdî (344 hezar û 875), Ukrayna (343 hezar û 498), Pakistan (328 hezar û 602), Belçika (321 hezar û 31) û Îsrail (309 hezar û 946)."

Ji xeynî Amerîkayê, welatên ku hejmara miriyan ji 10 hezarî derbas bû ev in:

"Brezilya (157 hezar û 163), Hindistan (119 hezar û 30), Meksika (88 hezar û 924), Îngiltere (44 hezar û 896), Îtalya (37 hezar û 338), Fransa (34 hezar û 761), Îspanya (34 hezar û 752), Peru (34 hezar û 149), Îran (32 hezar û 616), Kolombiya (30 hezar û 154), Arjantin (28 hezar û 896), Rusya (26 hezar û 50), Afrîkaya Başûr (18 hezar û 968), Şili (13 hezar û 944), Endonezya (13 hezar û 299), Ekvador (12 hezar û 553), Belçika (10 hezar û 810), Iraq (10 hezar û 623) û Almanya (10 hezar û 138)." 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE