Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li dinyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 45 milyon û 950 hezarî derbas bû

Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li dinyahejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ketin ji 45 milyon û 950 hezarî derbas bû.

Li gor daneyên "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li dinyayê heta niha milyonek û 194 hezar û 423 kes ji ber vîrusê mirin.

Li dinyayê hejmara pêketiyan derket 45 milyon û 950 hezar û 372 kesan, 33 milyon û 273 hezar û 992 pêketî jî baş bûn. Wekî mayîn dermankirina 11 milyon û 482 hezar û 27 kesan jî dewam dike.

Li Amerîkaya herî zêde di bin tesîra vîrusê da ma 9 milyon û 316 hezar û 297 kes bi Kovîd-19ê ketin, ji ber vîrusê 235 hezar û 159 kes mirin.

Xêncî Amerîkayê welatên ji 500 hezarî zêdetir pêketiyên wan hene li gor hejmarê wiha ne:

"Hindistan (8 milyon û 137 hezar û 119), Brezîlya (5 milyon û 519 hezar û 528), Rûsya (milyonek û 618 hezar û 116), Fransa (milyonek û 331 hezar û 984), Îspanya (milyonek û 264 hezar û 517), Arjantîn (milyonek û 157 hezar û 179), Kolombiya (milyonek û 63 hezar û 151), Îngiltere (989 hezar û 745), Meksîka (918 hezar û 811), Peru (900 hezar û 180), Afrîkaya Başûr (723 hezar û 682), Îtalya (647 hezar û 674), Îran (604 hezar û 952), Almanya (517 hezar û 720) û Şîlî (508 hezar û 571)."

Xêncî Amerîkayê welatên hejmara miriyên wan ji 10 hezarî zêdetir in ev in:

"Brezîlya (159 hezar û 562), Hindistan (121 hezar û 681), Meksîka (91 hezar û 289), Îngiltere (46 hezar û 229), Îtalya (38 hezar û 321), Fransa (36 hezar û 565), Îspanya (35 hezar û 878), Îran (34 hezar û 478), Peru (34 hezar û 411), Kolombiya (31 hezar û 135), Arjantîn (30 hezar û 792), Rûsya (27 hezar û 990), Afrîkaya Başûr (19 hezar û 230), Şîlî (14 hezar û 158), Endonezya (13 hezar û 782), Ekvador (12 hezar û 632), Belçîka (11 hezar û 452), Iraq (10 hezar û 862), Almanya (10 hezar û 523), Tirkiye (10 hezar û 177) û Kanada (10 hezar û 110)."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE