Li dinyayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronaynç ya nû (Kovîd-19) mirin ji milyonek û 200 hezarî derbas bû.
Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike, li dinyayê hejmara kesên ji ber vîrusê mirin gihîşt milyonek û 200 hezar û 405 kesan, hejmara kesên bi vîrusê ketin jî gihîşt 46 milyon û 394 hezar û 211an.
Li Amerîkaya ku herî zêde di bin tesîra vîrusê da ma ji ber 236 hezar û 72 kes mirin.
Piştî Amerîkayê li Brezîlyayê 159 hezar û 902 kes, li Hindistanê 122 hezar û 149 kes, li Meksîkayê 91 hezar û 753 kes, li Îngiltereyê 46 hezar û 555 kes, li Îtalyayê 38 hezar û 618 kes, li Fransayê 36 hezar û 788 kes, li Îspanyayê 35 hezar û 878 kes, li Îranê 34 hezar û 864 kes û li Peruyê jî 34 hezar û 476 kes ji ber vîrusê mirin.
Kovîd-19 cara ewil di Çileya Paşîn a 2019an da li Wuhana bajarê Çînê derketibû holê û ji 200î zêdetir welat û herêman belav bû.
33 milyon û 487 hezar û 910 kesên bi vîrusê ketin jî baş bûn.
AA