Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li dinyayê jimara waqieyên Kovîd-19ê ji 50 milyonî derbas bû

Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li dinyayê jimara waqieyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 50 milyon 263 hezarî derbas bû.

Li gor malpera "Worldometer" a ku daneyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike di şewba Kovîd-19ê ya ku li bajarê Vuhana li ser Hubeya eyaleta Çînê derket holê û belavî tevahiya dinyayê bû jimara waqieyên tesbîtkirî derket 50 milyon û 263 hezaran.

Amerîka bi 10 milyon û 103 hezar û 386 waqieyan va welatê herî zêde lê waqie tê dîtin da di rêza yekem da ye û piştî vî welatî bi 8 milyon û 495 hezar û 271 waqieyan va Hindistan, 5 milyon û 636 hezar û 181 waqieyan va Brezîlya, milyonek û 753 hezar û 836 waqieyan va Rûsya, milyonek û 661 hezar û 853 waqieyan va Fransa, milyonek û 388 hezar û 411 waqieyan va Îspanya, milyonek û 228 hezar û 814an va Arjantîn, milyonek û 171 hezar û 441î va Îngiltere, milyonek û 127 hezar û 733yan va Kolombiya û 955 hezar û 128 waqieyan va Meksîka tê.

Ji ber Kovîd-19ê li tevahiya dinyayê milyonek û 253 hezar û 533 kes mirin, 35 milyon û 437 hezar û 738 kes ji nexweşiyê xilas bûn û baş bûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE