Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 50 milyon û 739 hezarî derbas bû

Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li tevahiya dinyahejmara kesên ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya li Wuhana bajarê Hubeiya eyaleta Çînê derket û kişiya wan, ji 50 milyon û 739 hezarî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha milyonek û 262 hezar û 147 kes ji ber şewbê mirin.

Jimara pêketiyan derket 50 milyon û 739 hezar û 516an, 35 milyon û 796 hezar û 183 kesên ku vîrus kişiyabû wan jî qenc bûn. Li ser rûyê dinyayê 13 milyon û 681 hezar û 186 kesên ku vîrus kişiyaye wan û tedawiya wan hê dewam dike, hene.

Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 10 milyon û 288 hezar û 480yî û ji ber şewbê heta niha 243 hezar û 768 kes jî mirin.

Ji bilî Amerîkayê li welatên ku ji 500 hezarî zêdetir pêketiyên Kovîd-19ê lê hene ev in:

"Hindistan (8 milyon û 553 hezar û 864), Brezîlya (5 milyon û 664 hezar û 115), Fransa ( milyonek û 787 hezar û 324), Rûsya (milyonek û 774 hezar û 334), Îspanya (milyonek û 388 hezar û 411), Arjantîn (milyonek û 242 hezar û 182), Îngiltere (milyonek û 192 hezar û 13), Kolombiya (milyonek û 143 hezar û 887), Meksîka (967 hezar û 825), Îtalya (935 hezar û 104), Peru (922 hezar û 333), Afrîkaya Başûr (737 hezar û 278), Îran (682 hezar û 486), Almanya (672 hezar û 507), Polonya (546 hezar û 425), Şîlî (521 hezar û 558) û Belçîka (500 hezar û 789)." 

Ji bilî Amerîkayê li welatên ku jimara miriyan ji 10 hezarî derbas bûye wiha ne:

"Brezîlya (162 hezar û 397), Hindistan (126 hezar û 653), Meksîka (95 hezar û 27), Îngiltere (49 hezar û 44), Îtalya (41 hezar û 394), Fransa (40 hezar û 439), Îspanya (38 hezar û 833), Îran (38 hezar û 291), Peru (34 hezar û 879), Arjantîn (33 hezar û 560), Kolombiya (32 hezar û 791), Rûsya (30 hezar û 537), Afrîkaya Başûr (19 hezar û 809), Endonezya (14 hezar û 614), Şîlî (14 hezar û 543), Belçîka (13 hezar û 55), Ekvador (12 hezar û 830), Almanya (11 hezar û 505), Iraq (11 hezar û 327), Tirkiye (10 hezar û 887) û Kanada (10 hezar û 522)." 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE