Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li dinyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 54 milyonî derbas bû

Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin ji 54 milyonî derbas bû.

Li gor daneyên "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin derkete 54 milyon û 329 hezar û 104 kesan.

Li Amerîkayê di 11 milyon û 226 hezar û 218 kesan da vîrus hat tesbîtkirin, piştî wê li Hindistanê 8 milyon û 814 hezar û 902 kes, li Brezîlyayê 5 milyon û 848 hezar û 959 kes, li Fransayê milyonek û 954 hezar û 599 kes, li Rûsyayê milyonek û 903 hezar û 253 kes, li Îspanyayê milyonek û 492 hezar û 608 kes, li Îngiltereyê milyonek û 344 hezar û 356 kes, li Arjantînê milyonek û 304 hezar û 846 kes, li Kolombiyayê milyonek û 191 hezar û 4 kes, li Îtalyayê jî milyonek û 144 hezar û 552 kes bi vîrusê ketin.

Li seranserê dinyayê ji ber Kovîd-19ê milyonek û 318 hezar û 286 kes mirin, 37 milyon û 871 hezar û 375 kes jî ji vîrusê filitîn û baş bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE