Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 54 milyon û 832 hezarî derbas bû

Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li tevahiya dinyahejmara kesên ku vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di wan da hat tesbîtkirin, ji 54 milyon û 832 hezarî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha milyonek û 324 hezar û 664 kes ji ber şewbê mirin. Jimara pêketiyan derket 54 milyon û 832 hezar û 29an, 38 milyon û 146 hezar û 934 kesên ku vîrus kişiyabû wan jî qenc bûn.

Li ser rûyê dinyayê 15 milyon û 146 hezar û 934 kesên ku vîrus kişiyaye wan û tedawiya wan hê dewam dike, hene.

Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 11 milyon û 367 hezar û 214an û ji ber şewbê heta niha 251 hezar û 901 kes jî mirin.

Ji bilî Amerîkayê li welatên ku ji 500 hezarî zêdetir pêketiyên Kovîd-19ê lê hene ev in:

"Hindistan (8 milyon û 845 hezar û 617), Brezîlya (5 milyon û 863 hezar û 93), Fransa (milyonek û 981 hezar û 827), Rûsya (milyonek û 925 hezar û 825), Îspanya (milyonek û 492 hezar û 608), Îngiltere (milyonek û 369 hezar û 318), Arjantîn (milyonek û 310 hezar û 491), Kolombiya (milyonek û 198 hezar û 746), Îtalya (milyonek û 178 hezar û 529), Meksîka (milyonek û 6 hezar û 522), Peru (937 hezar û 11), Almanya (802 hezar û 944), Îran (762 hezar û 68), Afrîkaya Başûr (751 hezar û 24), Polonya (712 hezar û 972), Ukrayna (545 hezar û 689), Belçîka (535 hezar û 939), Şîlî (531 hezar û 273), û Iraq (519 hezar û 152)."

Ji bilî Amerîkayê li welatên ku jimara miriyan ji 10 hezarî derbas bûye wiha ne:

"Brezîlya (165 hezar û 811), Hindistan (130 hezar û 109), Meksîka (98 hezar û 542), Îngiltere (51 hezar û 934), Îtalya (45 hezar û 229), Fransa (44 hezar û 548), (Îran (41 hezar û 493), Îspanya (40 hezar û 769), Arjantîn (35 hezar û 436), Peru (35 hezar û 231), Kolombiya (34 hezar û 31), Rûsya (33 hezar û 186), Afrîkaya Başûr (20 hezar û 241), Endonezya (15 hezar û 211), Şîlî (14 hezar û 819), Belçîka (14 hezar û 421), Ekvador (13 hezar û 8), Almanya (12 hezar û 692), Iraq (11 hezar û 670), Tirkiye (11 hezar û 507) û Kanada (10 hezar û 953)."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE