Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 67 milyon û 393 hezarî derbas bû

Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li dinyajimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 67 milyon û 393 hezarî derbas bû

ANKARA (AA) - Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di wan da hat tesbîtkirin, ji 67 milyon û 393 hezarî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha milyonek û 541 hezar û 752 kes ji ber şewbê mirin.

Jimara pêketiyan derket 67 milyon û 393 hezar û 283yan, 46 milyon û 584 hezar û 229 kesên ku vîrus kişiyabû wan jî qenc bûn.

Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 15 milyon û 159 hezar û 529an û ji ber şewbê heta niha 288 hezar û 906 kes jî mirin.

Ji bilî Amerîkayê li welatên ku ji 500 hezarî zêdetir pêketiyên Kovîd-19ê lê hene ev in:

"Hindistan (9 milyon û 677 hezar û 203), Brezîlya (6 milyon û 603 hezar û 540), Rûsya (2 milyon û 460 hezar û 770), Fransa (2 milyon û 292 hezar û 497), Îtalya (milyonek û 728 hezar û 878), Îngiltere (milyonek û 723 hezar û 242), Îspanya (milyonek û 699 hezar û 145), Arjantîn (milyonek û 463 hezar û 110), Kolombiya (milyonek û 371 hezar û 103), Almanya (milyonek û 184 hezar û 845), Meksîka (milyonek û 175 hezar û 850), Polonya (milyonek û 63 hezar û 449), Îran (milyonek û 40 hezar û 547), Peru (973 hezar û 912), Tirkiye (828 hezar û 295), Afrîkaya Başûr (814 hezar û 565), Ukrayna (813 hezar û 306), Belçîka (591 hezar û 756), Endonezya (575 hezar û 796), Iraq (564 hezar û 200), Şîlî (560 hezar û 382), Hollanda (557 hezar û 224), Çekya (546 hezar û 883) û Romanya (513 hezar û 576)."

Ji bilî Amerîkayê li welatên ku jimara miriyan ji 10 hezarî derbas bûye wiha ne:

"Brezîlya (176 hezar û 962), Hindistan (140 hezar û 590), Meksîka (109 hezar û 717), Îngiltere (61 hezar û 245), Îtalya (60 hezar û 78), Fransa (55 hezar û 155), Îran (50 hezar û 310), Îspanya (46 hezar û 252), Rûsya (43 hezar û 141), Arjantîn (39 hezar û 770), Kolombiya (37 hezar û 808), Peru (36 hezar û 274), Afrîkaya Başûr (22 hezar û 206), Polonya (20 hezar û 89), Almanya (19 hezar û 159), Endonezya (17 hezar û 740), Belçîka (17 hezar û 320), Şîlî (15 hezar û 628), Tirkiye (14 hezar û 900), Ekvador (13 hezar û 778), Ukrayna (13 hezar û 588), Kanada (12 hezar û 665), Iraq (12 hezar û 432) û Romanya (12 hezar û 320)."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE