Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li dinyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 72 milyonî derbas bû

Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

 Li seranserê dinyahejmara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 72 milyonî derbas bû.

Li gorî "Worlmeter"a malpera Înternetê ya ku daneyên Kovîd-19ê li ser tên belavkirin, li seranserê dinyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ya ku cara ewil li Wuxana bajarê Çînê hat dîtin û di demeke kurt de li dinyayê belav bû, gihişt 72 milyon û 14 hezar û 399an.

Li Amerîkaya ku herî zêde pêketî lê hatine tesbîtkirin, hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt 16 milyon û 496 hezar û 348an.

Piştî Amerîkayê welatên ku herî zêde pêketî li wan hatine tesbîtkirin bi vê rêzê va wiha ne:

Hîndistan 9 milyon û 854 hezar û 208, Brezîlya 6 milyon û 880 hezar û 127, Rûsya 2 milyon û 625 hezar û 848, Fransa 2 milyon û 365 hezar û 319, Îngiltere milyonek û 830 hezar û 956, Îtalya milyonek û 825 hezar û 775, Tirkiye milyonek û 809 hezar û 809, Îspanya milyonek 741 hezar 439, Arjantîn milyonek û 489 hezar û 328, Kolombiya milyonek û 408 hezar û 909, Almanya milyonek û 320 hezar û 592, Meksîka milyonek û 229 hezar û 379, Polonya milyonek 126 hezar û 799, Îran milyonek 100 hezar û 818 kes.

Li seranserê dinyayê hejmara kesên ji ber Kovîd-19 mirinê gihişt milyonek 610 hezar û 67an. Kesên bi vîrusê ketin û paşê baş bûn jî gihişt 50 milyon û 411 hezar û 543yan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE