Li çar aliyê dinyê hejmara kesên bi şewba vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) ketin ji 79 milyon û 743 hezarî derbas bû.
Li gor malpera "Worldometers" a daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike heta niha li çar aliyê dinyayê milyonek û 749 hezar û 606 kes ji ber şewba Kovîd-19ê mirin.
Hejmara pêketiyan bû 79 milyon û 743 hezar û 29an û ji pêketiyên Kovîd-19ê jî 56 milyon û 131 hezar û 561 kes baş bûn.
Di nav welatên ku pêketî û miriyên ji ber Kovîd-19ê lê hene da Amerîka di rêza ewil da ye û li welêt 19 milyon û 111 hezar û 326 kes bi şewbê ketin û 337 hezar û 66 kes jî bi heman nexweşiyê mirin.
AA