Li tevahiya dinyayê jimara waqieyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 80 milyonî derbas bû.
Li gor malpera Worldometersa ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike di şewba ku li Vuhana li ser Hubeya eyaleta Çînê derket holê û belavî dinyayê bû da jimara waqieyên tesbîtkirî bi tevahî derket 80 milyon û 2 hezar û 897an.
Bi 19 milyon û 135 hezar û 910 hezarî va welatê ku herî zêde waqie lê hene Amerîka ye.
Piştî vê welatê bi 10 milyon û 165 hezar û 194 waqieyan va Hindistan, 7 milyon û 430 hezar û 980 waqieyan va Brezîlay, 2 milyon û 992 hezar û 706an va Rûsya, 2 milyon û 527 hezar û 509an va Fransa, 2 milyon 221 hezar û 312an va Îngiltere, 2 milyon û 118 hezar û 255an va Tirkiye, 2 milyon û 9 hezar û 317an va Îtalya, milyonek û 869 hezar û 610î va Îspanya, milyonek û 624 hezar û 998an va Almanya, milyonek û 571 hezar û 680yî va Arjantîn, milyonek û 550 hezar û 766an va Kolombiya, milyonek û 362 hezar û 564an va Meksîka, milyonek û 249 hezar û 79an va Polonya, milyonek û 189 hezar û 203yan va Îran û milyonek û 12 hezar û 167an va Perû tê.
Ji ber Kovîd-19ê li tevahiya dinyayê milyonek û 753 hezar û 799 kes mirin, 56 milyon û 341 hezar û 152 kes ji vîrusê filîtîn û baş bûn.
AA