Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 81 milyonî derbas bû

Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di wan da hat tesbîtkirin, ji 81 milyonî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha 81 milyon û 144 hezar û 994 kes bi vîrusê ketin.

Welatê ku pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 19 milyon û 573 hezar û 847yan, peyê vî welatî ra bi 10 milyon û 208 hezar û 725 pêketiyan va Hindistan, bi 7 milyon û 484 hezar û 285 kesan va Brezîlya, bi 3 milyon û 50 hezar û 248 pêketiyan va Rûsya, bi 2 milyon û 559 hezar û 686 pêketiyan va Fransa, bi 2 milyon û 288 hezar û 345 pêketiyan va Îngilistan, bi 2 milyon û 147 hezar û 578 pêketiyan va Tirkiye, bi 2 milyon û 47 hezar û 696 pêketiyan va Îtalya, bi milyonek û 869 hezar û 610 pêketiyan va Îspanya û bi milyonek û 655 hezar û 322 pêketiyan va Almanya tê.

Li tevahiya dinyayê ji ber Kovîd-19ê milyonek û 771 hezar û 981 kes mirin, 57 milyon û 293 hezar û 756 kes ji vîrusê filitîn û qenc bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE