Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 95 milyon û 484 hezarî derbas bû

Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di wan da hat tesbîtkirin, ji 95 milyon û 484 hezarî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha 2 milyon û 39 hezar û 695 kes ji ber şewbê mirin.

Jimara pêketiyan derket 95 milyon û 484 hezar û 666an, 68 milyon û 189 hezar û 961 kesên ku vîrus kişiyabû wan jî qenc bûn.

Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 24 milyon û 482 hezar û 50an û ji ber şewbê heta niha 407 hezar û 202 kes jî mirin.

Ji bilî Amerîkayê li welatên ku ji milyonekî zêdetir pêketiyên Kovîd-19ê lê hene ev in:

"Hindistan (10 milyon û 572 hezar û 672), Brezîlya (8 milyon û 488 hezar û 99), Rûsya (3 milyon û 568 hezar û 209), Îngiltere (3 milyon û 395 hezar û 959) Fransa (2 milyon û 910 hezar û 989), Tirkiye (2 milyon û 387 hezar û 101), Îtalya (2 milyon û 381 hezar û 277), Îspanya (2 milyon û 252 hezar û 164), Almanya (2 milyon û 50 hezar û 99), Kolombiya (milyonek û 908 hezar û 413), Arjantîn (milyonek û 799 hezar û 243), Meksîka (milyonek û 641 hezar û 428), Polonya (milyonek û 435 hezar û 582), Afrîkaya Başûr (milyonek û 337 hezar û 926), Îran (milyonek û 330 hezar û 411), Ukrayna (milyonek û 160 hezar û 682) û Peru (milyonek û 64 hezar û 909)."

Ji bilî Amerîkayê li welatên ku jimara miriyan ji 10 hezarî derbas bûye wiha ne:

"Brezîlya (209 hezar û 868), Hindistan (152 hezar û 456), Meksîka (140 hezar û 704), Îngiltere (89 hezar û 261), Îtalya (82 hezar û 177), Fransa (70 hezar û 283), Rûsya (65 hezar û 566), Îran (56 hezar û 803), Îspanya (53 hezar û 314), Kolombiya (48 hezar û 631), Almanya (47 hezar û 440), Arjantîn (45 hezar û 407), Peru (38 hezar û 871), Afrîkaya Başûr (37 hezar û 105), Polonya (33 hezar û 355), Endonezya (25 hezar û 987), Tirkiye (23 hezar û 997), Ukrayna (20 hezar û 802), Belçîka (20 hezar û 435), Kanada (18 hezar û 14), Şîlî (17 hezar û 477), Romanya (17 hezar û 221), Ekvador (14 hezar û 319), Çekya (14 hezar û 338), Hollanda (13 hezar û 6), Iraq (12 hezar û 944), Macaristan (11 hezar û 341), Pakistan (10 hezar û 997) û Swêd (10 hezar û 323)."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE