Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 99 milyon û 329 hezarî derbas bû

Kovîd-19: Li tevahiya dinyayê de rewşa dawî

Li tevahiya dinyahejmara kesên ku vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di wan da hat tesbîtkirin, ji 99 milyon û 329 hezarî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha 2 milyon û 130 hezar û 422 kes ji ber şewbê mirin.

Jimara pêketiyan derket 99 milyon û 329 hezar û 288an, 71 milyon û 383 hezar û 206 kesên ku vîrus kişiyabû wan jî qenc bûn.

Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 25 milyon û 566 hezar û 789an û ji ber şewbê heta niha 427 hezar û 635 kes jî mirin.

Ji bilî Amerîkayê li welatên ku ji milyonekî zêdetir pêketiyên Kovîd-19ê lê hene ev in:

"Hindistan (10 milyon û 655 hezar û 435), Brezîlya (8 milyon û 816 hezar û 254), Rûsya (3 milyon û 698 hezar û 273), Îngiltere (3 milyon û 617 hezar û 459), Fransa (3 milyon û 35 hezar û 181), Îspanya (2 milyon û 603 hezar û 472), Îtalya (2 milyon û 455 hezar û 185), Tirkiye (2 milyon û 424 hezar û 328), Almanya (2 milyon û 137 hezar û 689), Kolombiya (2 milyon û 2 hezar û 969), Arjantîn (milyonek û 862 hezar û 192), Meksîka (milyonek û 752 hezar û 347), Polonya (milyonek û 470 hezar û 879), Afrîkaya Başûr (milyonek û 404 hezar û 839), Îran (milyonek û 367 hezar û 32), Ukrayna (milyonek û 187 hezar û 897) û Peru (milyonek û 93 hezar û 938)."

Ji bilî Amerîkayê li welatên ku jimara miriyan ji 10 hezarî derbas bûye wiha ne:

"Brezîlya (216 hezar û 475), Hindistan (153 hezar û 376), Meksîka (149 hezar û 84), Îngiltere (97 hezar û 329), Îtalya (85 hezar û 162), Fransa (72 hezar û 877), Rûsya (68 hezar û 971), Îran (57 hezar û 294), Îspanya (55 hezar û 441), Almanya (52 hezar û 536), Kolombiya (50 hezar û 982), Arjantîn (46 hezar û 737), Afrîkaya Başûr (40 hezar û 574), Peru (39 hezar û 608), Polonya (35 hezar û 253), Endonezya (27 hezar û 664), Tirkiye (24 hezar û 933), Ukrayna (21 hezar û 778), Belçîka (20 hezar û 726), Kanada (18 hezar û 974), Şîlî (17 hezar û 854), Romanya (17 hezar û 722), Çekya (15 hezar û 270), Ekvador (14 hezar û 596), Hollanda (13 hezar û 510), Iraq (12 hezar û 988), Macaristan (11 hezar û 904), Pakistan (11 hezar û 295), Swêd (11 hezar û 5), Portekîz (10 hezar û 194) û Filîpîn (10 hezar û 190)."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE